Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Bozkuş hat wergirtin

Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Bozkuş hat wergirtin

Gerîlayê HPG'ê Osman Bozkuş (Welat Serhed) di sala 2012'an de li Geliyê Dostkî ya Geverê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bozkuş ji aliyê bi sedan kesî ji gerîlayên HPG'ê hat girtin.

Di 4'ê Cotmeha 2012'an de li herêma Geliyê Dostkî ya Geverê di navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa Tirk de pevçûn derket û gerîlayê HPG'ê Osman Bozkuş (Welat Serhed) jiyana xwe ji dest da. Di saetên serê sibê de endamên MEYA-DER'ê, malbata Bozkuş û bi sedan kes çûn cenaze ji gerîlayên HPG'ê girtin. Cenaze bi dirûşmayên 'Bijî Serok Apo', 'Şehîd namirin' heta rê anîn. Gerîlayên HPG'ê cenazeyê Bozkuş li wesayîtê siwarkirin û bi teqandina guleyan ber bi Geverê şandin.

Cenaze li herêma Veregozê ji aliyê parlamenterê Colemêrgê Esat Canan, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Naîl Durmaz, endamên KURDÎ-DER, TUHAD-FED, Navenda Çand û Hunerê ya Geverê û bi sedan Kurdîstanîyên ve hat pêşwazîkirin. Cenaze ji vir bi karwanê wesayîtan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Girseyê piştî deqîqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda 'Çerxa Şoreşê' cenaze teslîmî morga nexweşxaneyê kirin. Apê gerîla Bozkuş, Yildirim Bozkuş li vir axivî û wiha got: "Ev tenê şehîdê me nîne, şehîdê gelê Kurd e. Ji ber ku gelê Geverê li şehîdê xwe xwedî derket em kêfxweş in." Piştî ku li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê testa DNA'yê bê kirin dê malbata cenaze bigire û bibe Stenbolê li Goristana Sancaktepe defin bikin.