Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bozkûş wê sibê were veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bozkûş wê sibê were veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Osman Bozkûş (Welat Serhat) ê di sala 2012'an de di şerekî li Geliyê Dostkî yê Geverê jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat wergirtin û ew xistin ser rêya Stenbolê.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Osman Bozkûş (Welat Serhat) ê di 4'ê Cotmeha sala 2012'an de di şerekî li Geliyê Dostkî yê navçeya Colemêrg Geverê jiyana xwe ji dest da, piştî testa DNA'yê malbata wî ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat wergirtin û bir Stenbolê.

Cenazeyê Bozkûş wê sibê piştî nimêja nîvro li Goristana Sarigaziyê were veşartin. Cenaze duh ji aliyê bi sedan kesî ve hatibû wergirtin.