Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dehşet bi merasîmê hat wergirtin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dehşet bi merasîmê hat wergirtin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Dehşet (Botan Hîlvan) a di pevçûneke li Çiyayê Katoyê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve bi merasîmekê hat wergirtin.

Li navçeya Şirnex Elkê, bi hezaran kes ji bo cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Dehşet (Botan Hîlvan) a di sala 2007'an de li Çiyayê Katoyê di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû werbigirin, duh êvarê berê xwe dan Çiyayê Katoyê. 

Welatiyan serê sibê ji bo merasîma vekirina goristana 'Şehîdan ya Kurtay Faraşîn' li Meydana Koyla kombûn heta cihê goristanê meşiyan. Di meşê de alên PKK, HPG'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Girseyê bênavber dirûşm berz kir û flamayên kesk, sor û zer balkişand. Bi hezaran welatiyan rêzgirtin, dirûşma 'Şehîd namirin' berz kirin û piştre ji goristanê veqetiyan.

'RÊYA TE RÊYA ME YE' 

Girse ji bo cenazeyê Ferdî Dehşet werbigire berê xwe da cihê merasîmê. Gerîlayên HPG'ê cenazeyê Dehşet ku bi ala PKK'ê hatibû xemilandin dan ser milê xwe û anîn cihê merasîmê. Piştî deqeyek rêzgirtinê, dirûşmên 'Şehîd namirin', 'Bijî Serok Apo', 'PKK gel e, gel li vir e' hatin berzkirin. Birayê gerîlayê HPG'ê , Yahya Dehşet anî ziman ku birayê wî ti caran neheqî qebûl nekiriye, li hember zilm û neheqiyê berê xwe daye çiyê. Yahya Dehşet got: "Rêya te rêya me ye. Bila çavên te li paş nemîne. Ji bo em di rêya te de bimeşin soz didin, da ku ev gel bigihêje azadiya xwe."

Piştî axaftinan girseyê cenaze wergirt û berê xwe da Elkê. Di rê de gundî derketin ser rê, slogan berz kirin û cenaze silav kirin. Cenazeyê ku bi sedan wesayîtan anîn Elkê birin nexweşxaneya dewletê ya Elkê. Li vir girseyê alên PKK, HPG û Konfederalîzma Demokratîk vekir. Serokê rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar li vir axaftinek kir û got: "Ji ber ku gelê me, xwedî li ciwanên xwe yên wêrek ên bi salan li van çiyan li hemberî zilmê têdikoşe derdikeve, ez spasiyên xwe pêşkêş dikim."