Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Karahan anîn Amedê
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Karahan anîn Amedê
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Karahan anîn Amedê
Malbata gêrîlayê HPG'ê Erhan Karahan yê di 17-22'ê Kanûna 2011'an de li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji Goristana Bêkesan a Meletiyê wergirtin û anîn Amedê. Cenaze dê sibê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî bê definkirin.
Di 17- 22'ê Kanûna 2011'an de li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de gêrîlayê HPG'ê Erhan Karahan (Memyan Bager) ê ji Pîrana Amedê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî testa DNA ya gêrîla Karahan diyar bû, malbata Karahan çûn cenazeyê kurê xwe ji Goristana Bêkesan a Meletiyê wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê gêrîla Karahan li navçeya Erxeniyê ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de rêveberên BDP'ê jî amade bûn. Bi sedan kesan darbesta cenaze bi siloganên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" ji Erxeniyê ber bi Amedê ve birê kirin. Cenazeyê gêrîla Karahan piştî li Amedê hat pêşwazîkirin û birin Morga Goristana Yenîkoyê. Cenazeyê gêrîla Karahan dê sibê li Goristana Yenikoyê ya Amedê bi girseyî di demjimêr 11.00'an de bê definkirin.