Cenazeyê gêrîlayê PKK’ê Taştan piştî bisalan li warê xwe hate defin kirin
Cenazeyê gêrîlayê PKK’ê Taştan piştî bisalan li warê xwe hate defin kirin
Cenazeyê gêrîlayê PKK’ê Taştan piştî bisalan li warê xwe hate defin kirin
Cenazeyê gêrîlayê PKK'ê Alî Riza Taştan ku di sala 1996'an de li navçeya Mazgîrta Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê hevalên wî ve wê demê hatibû definkirin, ji Mazgirtê hat girtin û anîn li gundê Dardoxanê li tenişta dayîk û bavê wî defin kirin.
Malbata gêrîlayê PKK'ê Alî Riza Taştan (Xelîl) yê ku di sala 1996'an de li navçeya Mazgirtê ya Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê hevalên wî ve li wir hatibû definkirin, piştî 17 sal şûnde wergirt. Malbatê di sala 2011'an de ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin serî li Dozgerê Komarê yê Meletî dabû. Malbatê piştî destûr ji dozgeriyê girt, cenazeyê kurê xwe ji goristana Mazgirtê derxistin û anîbibûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiye. Malbatê piştî ji bo testa DNA mînaka xwînê dan û cenaze hat teşhîskirin, îro cenazeyê xwe ji saziya tiba Edlî wergirtin.
Malbatê piştî cenaze ji saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin cenaze anîn Semsûrê. Karwanê cenaze li ser rêya Pîrînê bi sloganên "Şehîd namirin" û tilîliyan hat pêşwazîkirin. Bi sedan kesên karwanê cenaze pêşwazî kirin, wêneyên gêrîla Taştan bi singa xwe vekirin. Cenaze bi karwanek mezin anîn Gundê Dardoxana Semsûrê û li vir karwan ji aliyê hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Bi hezaran kesên ku li gund cenaze pêşwazî kirin bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd riya te riya me ye", "PKK gele gel li vire" qîriyan.
Di pêşwazîkirina cenaze de alên PKK'ê û wêneyên gêrîla Taştan hatin vekirin.Girseyê darbesta gêrîla Taştan bi ala PKK'ê pêça û danîn ser milê xwe û birin mala ku lê ji dayîk bûye. Girseyê dîsa darbest li ser milan ji wir jî birin goristana gund. Girseyê di meşê de dîsa slogan qîriyan û nîşanê serkeftinê bilind kirin. Girseyê bê navber sloganên "Ey şehîd xwîna te li erde namîne" qîriyan.
Girse piştî li goristanê wecîbeyên olî pêk anî, cenazeyê gêrîla Taştan li tenişta dayîk û bavê wî defin kirin. Piştî definkirinê girseyê ji bo kesên di têkoşina aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li ser gorê Serokê Şaxa YAKAY-DER'ê ya Semsûrê Alî Gozubuyuk diyar kir ku, ew di şexsê fermandarê xwe yê mezin Taştan û hemû şehîdan de bejna xwe ditewînin û soz didin hemû şehîdên xwe ku doz û têkoşîna wan bilind bikin."
'TIFKIR RÛYÊ ÎXANETÊ'
Serokê BDP'a Navçeya Navendî ya Semsûrê Azîz Akdag jî anî ziman ku, Taştan di rojek meha sibatê de weki ku tif li rûyê dijmin bike çû ser mirinê û li dijî îxahetê serî rakir. Birayê gêrîla Taştan Kemal Taştan jî anî ziman ku, birayê wî li Dêrsimê ji aliyê hevkaran ve hat qetilkirin û wiha got: "Sedema herî mezin ya tevlîbûna PKK'ê ya birayê min polîtikayên înkar û îmhaya li ser gelê Kurd bûn. Birayê min pir ji PKK'ê hez dikir û herî dawî li gel 17 hevalên xwe tevlî PKK'ê bû. Em dixwazin pêvajoya ku bi Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin bi aştiyê bi dawî bibe. Taştan da zanîn ku, bila serê hemû gelê Kurd sax be û şehîdê hemû kurdane. Piştî axaftinan girseyê qurnefil danîn ser gorê û çûn Konê şînê ku li Gundê Dardoxanê hatiye vekirin.