Cenazeyê Karana gihîşt Cizîrê

Cenazeyê Karana gihîşt Cizîrê

Cenazeyê xebatkarê Navenda Çandê ya Mem û Zîn a Şaredariya Cizîrê Mehmet Karana ku li Rojavayê Kurdistanê bi birayê xwe re jiyana xwe ji dest dayî li Cizîrê ji aliyê deh 10 hezaran kesî be hat pêşwazî kirin.

Mehmed Karana yê ku ji bo serdana birayê xwe yê şervanê YPG’ê çûyî li Tirbêspiyê û li wê de di bûyerekî xwekujî de li gel birayê xwe jiyana xwe jidest dayî piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê otopsiyên wî hatin kirin bi karvanekî rêveberên BDP’ê jî dinav de bi komekê  gihiştîn Cizîrê. Ji aliyê 10 hezaran kesî ve bi sloganan cenazeyê Karana  hat pêşwazî kirin.