Cenazeyê Karana ji bo otopsiyê birin nexweşxaneyê

Cenazeyê Karana ji bo otopsiyê birin nexweşxaneyê

Polîsan li dû êrîşê, cenazeyê Mehmet Karana yê pêr di êrîşeke xwekujî ya li Tirbêspiyê de jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya li Mêrdînê. Hat hînbûn ku ajokarê wesayîta cenaze û ji malbata Karana 2 kes hatine binçavkirin.

Malbata Karana ji bo cenazeyê zarokên xwe Omer Karana yê YPG'yî û birayê wî Mehmet Karana yên pêr di êrîşeke xwekujî ya li Tirbêspiyê de jiyana xwe ji dest dabûn werbigire, duh çûbûn Rojavayê Kurdistanê bajarê Tirbêspiyê.

Ji danê sibê ve, bi hezaran kes li ber deriyê sînor li hev kom bûn û li benda hatina cenazeyên Karana sekinîn. Polîsan bi maşînên zirxî TOMA, akrep dor li deriyê sînor girtin.

Heyetek ji 10 kesan ku di nav de Serokên Rêxistinên BDP yên Mêrdîn û Şirnexê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û endamên malbata Karana hebûn, jib o wergirtina cenaze derbasî Deriyê Sînor ê Qamişlo bû. Dema ku wesayîta cenaze ya Şaredariya Cizîrê ji bo wergirtina cenaze ji deriyê sînor derbas bû, ji aliyê polîsan ve bi berfirehî hat lêgerîn.

Dûre cenazeyê Karana anîn deriyê sînor û girseyê xwest cenaze bibe Cizîrê. Di vê kêliyê de polîsan ragihandin ku divê li cenazeyê Karana otopsî were kirin û Dozgerê Nisêbînê jî bi sedema "Ewlekariya jiyana min nîne" nehat deriyê sînor. Li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kirin. Girseya gel jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan.

Piştî êrîşê polîsan bi maşînên zirxî TOMA û akrep cenaze birin. Hat hînbûn ku ajokarê wesayîta cenaze û ji malbata Karana jî 3 kes hatine binçavkirin. Dûre tîmên taybet ji bo otopsiyê cenaze bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya li Mêrdînê. Girseya gel a ji bo wergirtina cenazeyê Karana ji Cizîrê û Nisêbînê jî hat, ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya li Mêrdînê dest bi meşê kir.