Cenazeyê Karane li Cizirê ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê Karane li Cizirê ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê Karane li Cizirê ji aliyê hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê şanoger Mehmet Karane ku di 19' Cotmehe de li bajarê Tirbespiyê jiyana xwe jidest dabû, li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê 50 hezar kesan ve hat definkirin.
Cenazeyê şanoger Mehmet Karane ku wekî Şervan tê nasîn û dema ji bo pişgirya Şoreşa Rojava hatibû serdana Tev-Çand (Tevgera Çand û Huner) a Rojava di 19' Cotmehe de li bajarê Tirbespiyê jiyana xwe jidest dabû. Cenazeyê Mehmet Karane ji aliyê 10 hezaran kesan ve li Cizîrê hat definkirin.
Mehmet Karane ku li navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê xebatên çand û hunerê dimeşîne û di nava hevalên xwe de wekî Şervan tê nasîn, çend roj beriya niha bi armanca piştgiriya şoreşa Rojava derbasî Binxetê bibû û çûbû serdana saziya çand û hunerê. Karane dema di çarçoveya xebatên çandê de di 19'ê Cotmehê de bi xebatkarên çand û hunerê re çûbû bajarê Tirbespiyê, di encama êrîşa komên çete ya li hemberî navenda YPG'ê de jiyana xwe jidest dabû.
Cenazeyê Karane, îro ji aliyê nûnerên saziya çand û hunerê ya Rojava û saziyên sivîl ve di Deriyê Sînor ê Qamişlo re derbasî navçeya Nisêbînê yê Mêrdîne hate kirin. Cenaze li aliyê Nisêbînê ji aliyê deh hezaran welatiyên ku ji Nisêbîn û Cizîrê hatibûn ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de malbata Karane, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşît Kaymaz, rêveberên Navenda Çand û Hûnerêya Mem û Zîn û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn.
Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê bi hinceta "Ewlehiya canê min tune" xwest cenaze bişinin morga Nexweşxaneya Dewletêya Nisêbînê. Girsê jî bertek nîşanî vê daxwaza dozger da. Polîsan jî bi ava şit û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir. Liser mudaxaleya polîsan girsê jî bersiv da polîsan. Di mudaxaleya polîsan de alozî û pevçûn derket. Piştî bûyerê tîmên taybet û polîsan maşîneya cenaze ya Karana ji nava girsê revandibûn. Cenaze piştî hat revandin şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û piştî rapora otopsiyê bi hezaran kes li ber nexweşxaneyê rawestiyan. Piştî rapora otopsiyê heyeta ku ji 30 kesan pêk dihat ji nexweşxaneyê hat wergirtin. Girseya ku di navde rêveberên MEYA-DER, KURDİ-DER û NÇM'ê hene piştî cenazeyê Karane wergirt bi karwanek mezin ji Mêrdîn ber bi Şirnexê ve bi rê ket. Li ketina Cizirê nêzî 10 hezar welatî cenaze pêşwazî kir.
'DEH HEZARAN CENAZE DANÎ SER MILÊ XWE Û MEŞIYAN'
Karwana mezin ku ji aliyê welatiyên derdora rê ve hat silavkirin piştî derbasî Gundê Bazifte bû û mizgefta gund wecibeyên olî hat kirin, dîsa cenaze anîn Cizîrê. Bi 10 hezaran kesên ku li ser rêya Hezexê kom bûn, piştî cenaze wergirtin, dest bi meşê kirin. Piştî meşê dest pê kir, hêjmara girsê gihişt 50 hezaran û bi siloganên "Şehîd namirin" cenaze danîn ser milê xwe û heta goristanê meşiyan. Girsê di meşê de posterên 4 şervanên YPG'ê yên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn rakirin û heta Goristana Asriyê ya Cizîrê meşiyan.
'BILA CIWANÊN KURD LI NIRXÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN'
Girsê darbesta cenaze danî ser milê xwe û heta goristanê bi siloganên "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo", "Şervan nemir di dilê me de ye" û "Şehîd namirin" gotin. Welatiyên li derdora rê jî bi çepik, tilîlî û korneyan piştgirî dan girsê. Ciwanan li pêş cenaze bi motorsikletan kortej çêkir û meşiyan. di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê hatin bilindkirin. Li ser gorê rêz hat girtin û sirûda "Ey reqip" hat xwendin. Li ser gorê Rêveberê MEYA-DER'a Şirnexê Mele Kasim Yigit, diyar kir ku ew dê girêdayî têkoşîna Karane bin û bang li ciwanan kir ku li doza şehîdên xwe xwedî derkevin. Bavê Mehmet Karane Ahmet Karane jî wiha got: "Şervan û Botan ne tenê şehîdên min in. Şehîdê hemû kurdistanê nin. Divê ciwanên kurd li nirxên xwe xwedî derkevin. Bila welatê xwe azad bikin."
Piştî axaftinan cenazeyê Karane bi duayan hat veşartin.