Cenazeyê Mezlûm Tolhildan ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Cenazeyê Mezlûm Tolhildan ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Cenazeyê Mezlûm Tolhildan ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Cenazeyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mezlûm Îsa (Mezlûm Tolhildan) ku di çarçoveya seferberiyê de ji bo alîkariyê tevlî xebatên Asayîşê bibû û duh di êrîşa komên çete ya li Çilaxa de jiyana xwe ji dest dabû, li Qamişlo ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenezeyê Mezlûm Tolhildan, di saetên serê sibehê de ji aliyê girseyek qelebalix ve ji Mizgefta Qasimo hate girtin û bi karwanekî wesayîtan pêşî birin mala malbata wî û ji wir jî birin Goristana Şehîd Delîl Saruxan.
Piştî cenaze anîn goristanê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Tevger Ciwanên Şoreşger Harûn Qamişlo, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Inız, li ser navê Tevgera Ciwanên Jinên Şoreşger Solîn Mihemed û li ser navê malbata Tolhildan Dilgeş Fatimî axivîn. Di axaftinan de êrîşên komên çete hatin şermezerkirin û banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.
Piştî axaftinan ji dengê Mezlûm Tolhildan axaftina wî ya ku banga tevlî bûna YPG'ê li ciwanan dike hate guhdarkirin.
Piştî axaftin û guhdarkirina deng, cenazeyê Tolhildan bi tîlîlî û sloganan hate definkirin.