Cenazeyê Miran Encu bi girseyî hat definkirin
Cenazeyê Miran Encu bi girseyî hat definkirin
Cenazeyê Miran Encu bi girseyî hat definkirin
Dayika 42 salî Mîran Encu ku duh di mekasima 2'emîn salvegera komkujiya Roboskî de qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, li Gundê Roboskiyê bi girseyî hat definkirin.
Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên tirk li ser gundê Roboskiyê bombe barandibûn. Di bombebaranê de 19 jê zarok 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Duh li Roboskiyê bi minasebeta 2'mîn salvegera komkujiya Roboskiyê merasimek girseyî hat lidarxistin. Di merasimê de Miran Encu qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest. Cenazeyê Encu, duh di saetên şevê de anîn Roboski û serê sibê piştî wecîbeyên olî bi merasimek girseyî hat definkirin. Di merasimê de endamê Meclisa BDP'ê Ferhat Encu, rêveberên BDP'ê û mêvanên tev li merasimê bûbûn. Girsê piştî kîlometrekê meş pêk anî cenaze li Goristana Gundê Roboskiyê defin kirin.
Di merasima cenaze de dayikan lorîk lorandin. Dayikên ku zarokên xwe di komkujiyê de winda kirin gotin Miran Encu jî wekî 34 zarokên me yên di komkujiyê de hatin qetilkirin şehîda me ye. Dê ji bo Encu 3 rojan konê sersaxiyê vekirî bimîne.