Cenazeyê Şêrko Bêkes bi merasîma fermî hat pêşwazîkirin

Cenazeyê Şêrko Bêkes bi merasîma fermî hat pêşwazîkirin

Helbestvanê kurd Şêrko Bêkes ê li Swêdê jiyana xwe ji dest dabû, li Hewlêrê bi merasîma fermî hat pêşwazî kirin. Ji çar parçeyan nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr û niviskar tevlî merasîma fermî bûn. Wezîrê Rewşenbîr û Ciwanan ê Herêma Federal a Kurdistanê Kawa Mahmud di merasîmê de wiha got: "Şerko Bêkes ji bo hemû kurdan nasname û nirxek hevpar e." 

Helbestvanê kurd Şêrko Bêkes di 4 Tebaxê de nexweşxaneya dihat dermankirin, li Swêdê jiyana xwe jidest dabû, cenazeyê Bêkes ji bo oxirkirina rêwîtiya dawî anîn Hewlêrê. Cenazeyê Bêkes bi balafirê di saet 17.00 anîn Hewlêrê, hevser, keç û kur, xizm û heskiriyên Bêkes ew tenê nehîşt. Cenazeyê Bêkes ji aliyê Alîkarê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Îmad Amed û gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar ve hat pêşwazîkirin. Di hatina cenazeyê de gelek nûnerên KNK, KCK, KDP, YNK, Goran û partiyên siyasî di merasîma pêşwazîkirinê de amadebûn. Heskirîyê Bêkes ew tenê nehişt di dema merasîmê de demên hestyarî hat jiyîn. 

Wezîrê Rewşenbîr û Ciwanan yê Herêma Federal a Kurdistanê Kawa Mahmud daxûyaniyek kurt da çapameniyê û wiha bilêvkir: "Em weke partiyên siyasî, rewşenbîr û niviskar li vir şexsekî mezin pêşwazî dikin. Em ji bo cenazeyê welatparêz û helbestwanê kurd Şêrko Bêkes pêşwazî bikin li vir kom bûn. Şêrko Bêkes bi dengê xwe gotin û helbestên xwe û bi sekna xweya siyasî wê herdem di nava me de bijî. Xeyalê Şêrko Bêkes ew bû ku ji êşên Kudistanê re derman bibîne û pêşveçûn û rizgarbûna Kurdistanê bû.Ez di wê baweriyê de me wê di her warî de ev xeyalêna bi cîh were. Şerko Bêkes ji bo hemû kurdan nasname û nirxek hevpare." 

Endamê Revebriya Konseya KCK'ê û Endamê Komîteya Kongreya Netewî ya Kurd Zekî Şengalî qala kesayetiya hûnermend û siyasetmedariya Bêkes kir û wiha pêde çû: "Şêrko Bêkes kesayetiyek alim û rewşenbîr bû. Mirina Şêrko Bêkes ji bo çanda gelê kurd windahiyek mezine. Cihê kesayetiyê wisa gelek zor tê tijîkirin. Nirxê gelê kurd e. Bi sekna xwe, helbestên xwe, zanîn û baweriya xwe di nava dilê kurdan de cih girt. Pêşwazîkirina vir jî dide xuayakirin ku Şêrko Bêkes çiqas neteweyî û demokrat e. Di vê roja xemgîn de serê malbata wî û gelê kurd re sersaxiyê dixwazim." 

Piştî merasîma Balafirxaneya Hewlêrê cenazeyê Şêrko Bêkes birin Wezaretê Rewşenbîr û Ciwanan, li vir merasîma duyem hat lidarxistin, di merasîmê de kurê Bêkes ji bo bavê xwe helbest xwend. Li merasîmê de demên hestyarî hat jiyîn, hevsera Bêkes bi zor li ser xwe disekinî. Heskiriyên Bêkes gul danîn ser tabuta wî jê qetiyan. Li gorî ku Bêkes di wesêta xwede anî ziman ku li Parka Azadî ya Silêmaniyê bê definkirin. Weka wasiyeta wî cenazeyê Bêkes ji bo ku li Parka Azadî ya Silêmaniyê hilbîne di seatên sibê de ber bi Silêmanîyê birê ket. 

Kurê helbestvanê kurd, Faîk Bêkes demekî wezîrê çandê bû. Pirtûkên Bêkes yên helbestan li ser 40 hene. Bêkes wek pêşengê helbestên kurd yên modern tê dîtin.