Cenazeyê şervana YPG’ê Ronahî hate veşartin

Cenazeyê şervana YPG’ê Ronahî hate veşartin

Şervana YPG’ê Xedra Erkek (Ronahî Efrîn) li Rojava di encama pevçûnên di navbera çeteyên El Nusra û hêzên YPG’ê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Bismil ya Amedê hate veşartin.

Cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xedra Erkek (Ronahî Efrîn) li Rojavayê Kurdistanê di encama pevçûnên di navbera çeteyên El Nusra û hêzên YPG’ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê welatiyên gundê Goksu ê ser bi navçeya Bismila Amedê ve hate pêşwazî kirin. Bi karwanekî sedan wesayîtan ber bi Bismilê ve birêketin.

Piştî ku cenaze giha Bismilê girseya ku alên PKK, KCK û YPG’ê hilgirtin, bênavber sloganên sık "Bijî serok Apo", "Bijî Berxwedana YPG" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" qîr kirin.Li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Erkek ya jiyana xwe ji dest da, her wiha wêneyên Îbrahîm Erkek (Salih Reşo) û Gewrê Erkek (Adar Reşo) ên sala 1990’an de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin.

Piştî ku cenaze anîn navçeyê esnafên li ser cadeyê derabeyên dikanên xwe girtin.

Parlementera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, endamê MP’a BDP’ê Qutbedîn Demîr, MEYA-DER’a Bismilê, rêveberên BDP’a Amedê, MEYA-DER’a Edeneyê û MEYA-DER’a Mêrdînê tevlî merasima cenaze bûn.

Piştî ku cenaze anîn Mizgefta Akpinar li ser rêya Êlihê, li vir wecîbeyên olî bicih anîn û jinan cenaze girte ser milan û ber bi goristana li Taxa Akpinarê ve birin.

Di merasimê de Serokê Şaxa MEYA-DER’a Amedê Leyla Ayaz hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Di serî de serê malbata şehîd û hemû gelê Kurdistanê sax be. Rêhevala Ronahî, rêhevalek me ya ku di şoreşa Kurdistanê de gihaye şahadetê ye. Di şexsê Hevala Ronahî de hemû rêhevalên şehîd bûne bibîrtînîn.”

Piştî Ayaz, Parlementera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan axivî û da diyarkirin ku, gelê Kurd bisalane tekoşînê dide meşandin û nirxên xwe diparêze. Aydogan anî ziman ku, “Em careke din hemû şoreşgerên Kurdistanî bibîrtînin. Dewletan xwest bisinorên dest çêkirî, têkiliyên kurdan qut bikin, lê nekarin. Eger li kîjan parçeyê Kurdistanê li hemberî kurdan êrîşek çêbibe dê Kurd li hember derbikevin. Êdî Kurd gihane zanabûnê netewê. Şehîdbûna hevala Ronahî, delîlek ya zanabûna neteweyê ye.”

Birayê Erkek, Omer Erkek jî got: “Di serî de serê hemû gelê Kurd û Birêz Ocalan sax be. Ne çeteyên li Rojava, ne Fethullah û ne jî Erdogan dê bikare pêşiya şoreşa Rojava bigire. Ti hêzên çete ên li Rojava dê nekarin şoreşê têk bibin.”

Piştî cenaze hate veşartin, girseyê bi hev re sirûda Çerxa Şoreşê gotin û bisloganên “Şehîd namirin” ji goristanê veqetiyan.