Cenazeyê şervana YPJ’ê Gulîstan Amara spartin axê

Cenazeyê şervana YPJ’ê Gulîstan Amara spartin axê

Cenazeyê şervana YPJ’ê Xatûn Şahîn a bi nasnav Gulîstan Amara ku di pevçûnên li gundê Qiz Elî ya Girê Spî de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîdan a Konanê spartin axê.

Cenazeyê Xatun Şahîn duh ji aliyê hezaran kesan ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê ve hat wergirtin û bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk di hat birin Goristana Şehîda a li gundê Termik ê Kobanê. Piştî karwan gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqek rêzgirtin destpê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Heso, li ser navê Partiya Demokratîka a Kurd li Sûriyê Şukrî Hemo û li ser navê YPJ’ê Edalet Kobanê axivîn û bal kişandin ser berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî komên çete. Axaftvanan her wiha soza parastina destkeftiyên gelê kurd dan.

Piştî axaftinan cenazeyê Gulîstan Amara bi tlilîlî û diruşmeyan spartin axê.

Di dawiya merasîman de jina ciwan Nûrcan Umer tevlîbûna xwe ya ji bo YPJ’ê eşkere kir.