Cenazeyê şervana YPJ'ê Raperîn tê oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Raperîn tê oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Raperîn tê oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Raperîn Elî ya bi nasnav Avesta Cotkar ku di pevçûna gundê Cilbirê de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê sedan kesî ve ber bi Goristana Şehîd Seydo ve hate oxirkirin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Raperîn Elî ya bi nasnav Aveste Cotkar ku di pevçûnên şevê din ên li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê jiyana xwe jidest dabû, şevêdin anîn Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê.
Cenaze îro ji aliyê sedan kesî ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan bi diruşmeyan hate wergirtin. Cenazeyê Raperîn Elî ji vir bi karwenekî wesayîtan ber bi Goristana şehîd Seydo a li gundê Qazliqê ya Navçeya Cindêrisa ve hate oxirkirin.
Cenazeyê Raperîn Elî wê goristanê bi merasîmekê bê definkirin.