Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Ehmed spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Ehmed spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Ehmed spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Ehmed Felat ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir hate definkirin.
Îro di saetên sibê de bi hezaran kes li ber navenda Tenduristiya Amûdê hatin cem hev. Welatiyên ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG’ê re û ‘‘Şehîd namirin’’ berz dikirin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanê YPG’ê Alan Ehmed, alên YPG’ê û TEV-DEM vekirin.
Piştî wergirtina cenaze, girseyê bi meşê cenaze heta Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir li ser milan hilgirtin. Dikandarên bajêr derabeyên dikanên xwe girtin û tevlî merasîman bûn. Li goristanê piştî merasîma rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axaftinek hate kirin û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê hate dayîn.
Piştre endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axavî û da zanîn ku gelê kurd bi keda cangoriyên azadiyê û şervanên YPG’ê parastina herêmên xwe dike.
Xelîl, destnîşan kir gelê ku di milê siyasî û civakî de bê îrade be dê nikaribe nûnertiya xwe di qadên navneteweyî de jî bike. Xelîl, diyar kir ku gelê kurd hêza xwe ji malbatên şehîdan werdigire.
Di berdewam merasîmê de li ser navê malbata şervanê YPG’ê Alan Ehmed birayê wî Ciwan Ehmed axivî û da zanîn ku Alan ji bo parastin û rûmeta gel jiyana xwe ji dest daye. Ehmed destnîşan kir ku dê heta dawiyê rêya Alan û hevalên wî bişopînin.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Ehmed (Felat Amûdê) ji aliyê girseyê ve hate definkirin.
Şervanê YPG’ê Alan Ehmed (Felat Amûdê) di sala 1988’an de li Amûdê ji dayik bû û di pevçûnên 7’ê Îlonê li gundê Yûsifiyê yê Çilaxa de jiyana xwe ji dest da.