Cenazeyê şervanê YPG’ê Caf li Silêmaniyê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Caf li Silêmaniyê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Caf li Silêmaniyê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Zanyar Kawe Hemebaş (Cotyar Caf) ê li gundê Sermux ê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di şerekî li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Silêmaniyê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Zanyar Kawe Hemebaş (Cotyar Caf) ê di 16’ê Îlona 2014’an li gundê Sermux ê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê di şerekî dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest dabû duh gihişt bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê. Li Silêmaniyê cenazeyê Caf ji aliyê bi sedan welatiyên Silêmaniyê û welatiyên ji cihên weke Hewlêr, Kerkûk, Ranya û Mexmûr hatin ve hat pêşwazîkirin.
Girseya gel ku bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ” û “Bijî berxwedana Kobanê” cenazeyê Caf ber bi Mizgefta Nure ya Silêmaniyê ve birin. Di rê de girseyê alên YPG, PKK, PÇDK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.
Piştî girse giha Mizgefta Nure ya Silêmaniyê, li dû wecîbeyên olî yên li vir girseyê cenazeyê Cotyar Caf ber bi Goristana Şehîd Viyan Caf a Silêmaniyê ve birin. Girseyê ku darbesta Caf li ser milan kirin, di rê de dirûşmeyên, “Şehîd hebûn û rûmeta me ye”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Kobanê” qîriya.
Piştî girse giha goristanê axaftina destpêkê li ser navê Kometeya Şehîdan ji aliyê Abdulwehab Ehmed ve hat kirin û Ehmed got: “Şehîd Cotyar Caf berpirsiyartiya xwe ya neteweyî û niştîmanî bi cih aniye. Ew ji bo rûmet û azadiya tevahiya gelê Kurd şehîd ketiye.”
Piştî Ehmed Hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) Necîbe Omer ku xîtabê gel kir, wiha got: “Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi dayina berdêlên mezin destketiyên bi qîmet dest xistine. Destketiyên ku niha li Rojava hene bi saya şehîd û berxwedaniya wî gelî çêbûne. Bi saya şehîdan gelê kurd kariye bibe xwedî vîneke azad.” Omer di dawiya axaftina xwe de ji bo malbatê û tevayê gelê kurd sersaxî xwest.
Li ser navê malbatê jî Xalê şervanê YPG’ê Cotyar Caf, Mama Refîq Rifet ku axivî xêrhatine gel kir û got: “Cotyar ne tenê şehîdê wan e, şehîdê hemû gelê Kurd e.”
Piştî cenaze hat spartin girseyê deqeyek rêz ji bo bîranîna tevayî cangoriyên Kurdistanê girt û dûre merasîm bi qîrîna dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Şehîd namirin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat yek xebat yek armanc” bi dawî bû.
Her wiha wê sibê malbata Cotyar Caf li Mizgefta Nure ya li Taxa Hecî Awe taziyeyê qebûl bike. Wê konê taziyê 3 rojan vekirî be.