Cenazeyê şervanê YPG'ê Denîz anîn Amedê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Denîz anîn Amedê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Omer Denîz ê di êrîşên li hemberî Kobanê de jiyana xwe ji dest da, anîn Kobanê.

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Omer Denîz ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, di Deriyê Sînor ê Kobanê re ku anîn Saziya Tiba Edlî ya Riha paşê anîn Mizgefta Goristana Yenîkoy a Amedê. Cenazeyê Denîz ji aliyê bi sedan welatiyên ku di nav wan de Hevşaredarê Sûrê Seyît Narîn jî hebû bi dirûşmayên, "Bijî berxwedana YPG", "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin.

Wê cenazeyê Denîz sibe saet, 10.00'an ji Mizgefta Goristana Yenîkoy bê wergirtin û li Goristana Mardînkapi bê definkirin.