Cenazeyê şervanê YPG’ê Deştî ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Deştî ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Deştî Efrîn ku di êrîşên komên çete yên li dijî gundê Qestel Cindo yê navçeya Şeran a Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve ber bi Goristana Şehîd Refîq ve hate oxirkirin.

Ji bo wergirtina cenazeye Deştî Efrîn bi hezaran welatî li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê kom bûn û cenaze wergirtin. Girseya gel piştre cenazeyê şervanê YPG'êbi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Refîq ya li gundê Metîna yê navçeya Şeran aEfrînê ve derxist rê.

Cenaze dê li Goristana Şehîd Refîq bi merasimekê bê definkirin.