Cenazeyê şervanê YPG'ê Dilxwaz Efrîn spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Dilxwaz Efrîn spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilxwaz Efrîn ku li gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa yê Efrînê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê hate defnkirin.

Bi hezaran welatiyên ku li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê kom bûn cenazeyê şervanê YPG’ê Dilxwaz Efrîn ku li gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa yê Efrînê bi guleya sekvanên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra jiyana xwe ji dest dabû wergirtin. Cenaze bi karwanekî wesayîtan li nava kolanên bajarê Efrînê hate gerandin û piştre birin Goristana Şehîd Seydo li navçeya Cindirêsê.

Bi sedan welatiyên Cindirêsê cenaze pêşwazî kirin û bi dirûşmayan li nava kolanên navçeyê gerandin. Piştre cenazeyê Dixwaz Efrîn birin goristanê û li wir merasîma leşkerî hate lidarxistin. Piştî merasîma leşkerî,  fermandara YPG'ê Berfîn Efrîn axivî û diyar ku komên çete bi armanca  îradeya gelê Kurd têk bibin êrîşên hovane pêk tînin. Efrîn her wiha bal kişand ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku têde berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê silav dike.

Di merasîmê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hêvîn Zerdeşt û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Melek Elûş axivîn.

Piştî axaftinan, cenazeyê şervanê YPG'ê Dilxwaz Efrîn bi dirûşmayan spartin axê.