Cenazeyê şervanê YPG'ê Dundar anîn Nisêbînê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Dundar anîn Nisêbînê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Dundar anîn Nisêbînê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferît Dundar ê di pevçûna ji ber êrîşa çeteyên El Nûsra ya li gundên Çilaxa û Girê Spî jiyana xwe ji dest da, anîn Nisêbînê.
Tevî ku YPG'ê ji bo cejnê bi yekalî agirbest îlan kiribû jî, çeteyên El Nûsra êrîşî çeperên YPG'ê yên li Çilaxa û Girê Spî kiribûn û di encama pevçûnê de 77 çete hatibûn kuştin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferît Dundar ê di pevçûna mijara gotinê de jiyana xwe ji dest da, anî Deriyê Sînor ê Nisêbînê.
Cenazeyê Dundar bi girseyî hat pêşwazîkirin. Li dû kar û barên fermiyetê dê cenaze bibin mala malbatê ya li kolana 27 Mayis Şehîtler. Tê payîn cenazeyê Dundar îro li Goristana Hacilarê bê veşartin.