Cenazeyê şervanê YPG'ê Kaya bi girseyî hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Kaya bi girseyî hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Kaya bi girseyî hat veşartin
Şervanê YPG'ê Çagdaş Kaya (Hemze) ku di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Milazgirê bi merasîmeke girseyî cenazeyê wî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Çagdaş Kaya (Hemze) yê li Rojava di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da, li gundê Nazê yê navçeya Mûş Milazgirê bi merasîmeke bi beşdariya hezaran kesî, hat veşartin.
Malbat û rêveberên BDP'ê, duh cenazeyê Kaya ji deriyê sînor ê Dirbêsiya ser xetê, cenaze wergirtin û birin navçeya Milazgirê. Konvoya cenaze duh êvarê gihaşt Mûşê û li rêveqetîna Milazgirê ji aliyê Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Sirri Sever û Rahmî Kurt ve hat pêşwazîkirin. Di merasîma pêşwazîkirinê de her weha Şaredarên Kop, Milazgir û Gimgim, rêveber û endamên meclîsa partiyê yên BDP'ê û bi sedan welatî amade bûn. Li ser rêya Milazgirê jî konvoya cenaze bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Gelê Rojava bi tenê nîne" û "Bê serok jiyan nabe" hat pêşwazî û oxirkirin.
POLÎSAN XWESTIN ASTEN BIKIN
Konvoy li navenda navçeya Milazgirê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Polîsan bi maşînên zirxî rê girtin û li ser vê yekê, di navbera girseya gel û polîsên Tirk de ji bo demeke kurt tengezarî derket. Li ser nerazîbûna malbata Kaya û girseya gel, polîsan neçar man rê vekin. Konvoya cenaze piştî ji navenda navçeyê derbasbû çû gundê Nazê û li vir cenaze hilgirtin ser milan û ji bo wecîbeyên olî pêk bînin, birin mizgeftê. Dûre girseya gel a ji hezaran mirovan, darbesta Kaya hilgirt ser milan û li goristana gund veşart.
Li dû veşartina cenaze, ji bo cangoriyên kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û beşdarên merasîmê bi yekdengî sirûda "Çerxa Şoreşê" gotin. Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk di axaftina xwe ya li vir de bedengiya li pêşberî komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, "Eger ya mijara gotinê statuya Kurdan be, hingî mirovanî û wicdan, nemaye."
Serokê rêxistina BDP’ê yê Mûşê Naîf Erol jî got, “Kaya, ji bo Rêbertî û jiyaneke azad têkoşîn da. Di vê rêyê de canê xwe da. Di şexsê heval Hemze de ez bejna xwe li ber tevayî şehîdên Kurdistanê ditewînım.
Bavê Kaya, Esat Kaya jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku di nav 30 salan de ji bo azadiyê bi hezaran ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan û got "Îro kurê min şehîd ket. Heta niha 270 ciwanên Kurd ên ez rû bi rû wan nas dikim beriya kurê min şehîd ketin. Li ber tevayî şehîdan bejna xwe ditewînim. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî ez ê timî ji bo azadiyê têbikoşim.”