Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Ebdulqadir spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Ebdulqadir spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Hesen Ebdulqadir (Rustem Efrînî) ji aliyê sedan kesî ve li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate definkirin.

Bi sedan kes duh li ber nexweşxaneya Dêrikê hatin cem hev. Ji vir girseyê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Hesen Ebdulqadir ê ku 2 hefte beriya  niha di pevçûnên li Çilaxa de birîndar bibû û di 31’ê Tîrmehê de jiyana xwe jidest da wergirtin. Girseyê cenaze bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rêkirin. Girseya qelebalix ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û wêneyên şervanên YPG’ê vekiribûn bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG’ê re û ‘‘Şehîd na mirin’’ berz kirin. 

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Pişte endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê. Koçer diyar kir, ku pêwîste Kurd di vê demê de bi hesasî tevbigerin û êrîşên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ)/Eniya El-Nusra şermezar kir. Koçer helwesta hin partiyên Kurd ên ku bi muxalefeta Sûriyê re hevdîtinan dikin rexne kir û bibîrxist ku Koalîsyona hêzên muxalefetê heta niha mafê Kurdan qebûl nekiriye.

Piştî axaftina Koçer, sicîla şervanê YPG’ê Rustem Efrînî hate xwendin û cenaze ji aliyê girseyê ve bi diruşme û tilîliyan, spartin axê.