Cenazeyê şervanê YPG'ê Qusey Esaf spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Qusey Esaf spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Qusey Esaf Elî ku di encama qeza tirafîkê de jiyana xwe jidest da, ji aliyê sedan kesî ve hate oxir kirin.

Îro di saetên sibê de bi sedan kes li ber mizgefta Eyaz Bin Umer El-Eşerî ya bajarê Til Temir ku cenazeyê şervanê YPG'ê Qusey Esaf Elî lê hatibû bi cihkirin, kom bûn.  Piştî wergirtina cenaze girseya gel di nava kolanên bajar de gerandin. Girseyê ku bê navber duruşme diqêriyan heta mala Şervanê YPG'ê Qusey meşiyan. Ji vir jî girseyê cenaze bi karwanekî tirimpêlan ber bi goristana Şehîdan a li gundê Berkeverê re bi rêkirin.

Karwanê tirimpêlan ku di bajarokê Ebû Rasên re darbûs bû ji aliyê şêniyên bajêr ve bi duruşmeyan hate pêşwazîkirin.

Li goristanê jî bi sedan şêniyên Dirbêsiyê ji bopêşwazîkirina cenaze li goristanê kom bibûn. Girseyê bi duruşmeyan karwanê tirimpêlan pêşwazî kir.  Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê YPG'ê Şiyar Zagros axivî û got ku, cihê şehîdan di dilê gelê Kurd de ye. Zagros, destnîşan kir ku YPG'ê hêza parastina hemû pêkhateyane û dê ji bo parastina gelan bi hemû îmkanên xwe tevbigerin.

Di merasîmê de li ser navê malbata şervanê YPG'ê Esaf birayê wî Faris Esaf, li ser navê TEV-DEM'ê Numan Erebû, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ibrahîm Derwîş axivîn. Di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan girseya gel cenazeyê şervanê YPG'ê bi tilîlî û duruşmeyan spartin axê.