Cenazeyê şervanê YPG'ê Rojvan Amed spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Rojvan Amed spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Nîdal Yûsif bi nasnav Rojvan Amed ku di pevçûnên li gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa ya Efrînê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê hate defnkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Nîdal Yûsif bi nasnav Rojvan Amed ku, roja 10`ê Tebaxê di êrîşa komên çete ya li ser benda kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa ya Efrînê de  jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran welatiyan ve ku li gundê Xirabê Şeran kom bibûn hate wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê. Li vir merasîma leşkerî hate lidarxistin. Piştî merasîma leşkerî, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Etûf Ebdo Serokê Meclîsa Gel a Efrînê û Eslan Eslan Serokê Meclîsa Gel a navçeya Şêrawa axivîn.

Piştî axaftinan cenaze ji aliyê girseyê ve li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê hate defnkirin.