Cenazeyê şervanê YPG’ê Seededîn Şêxmûs hat oxir kir
Cenazeyê şervanê YPG’ê Seededîn Şêxmûs hat oxir kir
Cenazeyê şervanê YPG’ê Seededîn Şêxmûs hat oxir kir
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Seededîn Şêxmûs ku duh di encama êrîşekê de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê sedan kesî ve hate definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Seededin Şêxmûs ku duh li Qamişlo di encama êrîşekê de jiyana xwe jidest dabû, îro ji aliyê sedan kesî ve ji Mizgefta Qasimo hate wergirtin. Girseyê cenaze bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan û livir merasîmek lidarxist. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk û malbata şervanê YPG’ê Şêxmûs axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de li ser girîngiya parastinê hate rawestîn û soza şopandina “şehîdan” hate dayîn.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG’ê Seddedîn Şêxmûs bi diruşmeyan spartin axê.
Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye:
Nav û paşnav: Seededîn Şêxmûs
Navê dayîkê: Fehîma
Navê bav: Remedan
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Gundê Erebkendê/Amûdê/1986