Cenazeyê ‏‏‏‏‏‏‏şervanê YPG'ê Serkan birin Serêkaniya ser xetê

Cenazeyê ‏‏‏‏‏‏‏şervanê YPG'ê Serkan birin Serêkaniya ser xetê

Cenazeye ‏‏‏‏‏‏‏şervanê YPG Sêrkan Tusûn ber bi bakurê kurdistanê ve hat rêkirin. Cenazeyê endamê MLKP Serkan Tosûn ê di şerê li Serêkaniya bin xetê di şerên li gundê Eloka de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya ser xetê.

Cenazeye şervanê YPG Serkan Tosûn ji aliyê heyetek ji Saziya  Malbatên Şehîdan û Heyva Sor a Kurd li ser milên şîniyên Serêkaniyê û bi tilîlyên jinan derbasê sînorê serêkaniya ser xetê kirin. Heyeta ji bo wergirtina cenazeyê Tosûn derbasî Rojava bû, cenaze ji aliyê heyetê hate vergirtin. Heyetê cenaze li ber dirûşman anî morga Nexweşxaneya Dewletê ya li Serêkaniyê. Bi sedan kesên li hewşa nexweşxaneyê kom bûne dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG", "Serkan Tosûn dijî, komunîst şer dikin" diqîrin.

Serokê Rêxistina ESP'ê ya Amedê Ramazan Karakaya, Cîgirê Şaredara Wêranşarê Mehmet Bûrûr, Şaredarê Serêkaniya ser xetê Îsmaîl Aslan û Serkoê Rêxistina BDP'ê ya Serêkaniyê Hizlî Kiliç di nava gel de li ber morgê radiwestin.

Hat ragihandin ku endamê YPG Serkan Tosun  di encama şer û pevçûn ên di navberan Yekîniyên Parastina Gel û komên çetê yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam /Eniya El Nusra li gundê Elok yê girêdayî bajarê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest daye.