Cenazeyê Tokçû wê sibê were defin kirin
Cenazeyê Tokçû wê sibê were defin kirin
Cenazeyê Tokçû wê sibê were defin kirin
Cenazeyê Bêmal Tokçû yê ku li Geverê polîsan gule li serê wî xistin û piştî 4 rojan di nexweşxaneyê de ma şûnda jiyana xwe ji dest da îro anîn Geverê. Hat ragehandin ku wê sibê Tokçû li goristana Bajirge bê defin kirin.
Cenazeyê Bêmal Tokçû ku di 7’ê Kanûnê de dema li navçeya Colemêrgê Geverê tevlî merasîma cenazeyê Mehmet Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir buyî ji aliyê polîsan ve gule li serê wî hate xistin û piştî 4 rojan li nexweşxaneya Tipa Navendî a Fakulteya Dursun Odabaşi a Zankoya Yuzuncu Yilê a Wanê li beşa lezgîn dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da anîne Geverê. Cenazeyê ku li Wanê hat girtin ji ber berfa zêde piştî 4 saetan geheşte Geverê. Tokçû li pêş Mizgefta Navendî a Taxa Kişla ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazî kirin. Girseya ku agir pêxistin demek dirêş dirûşmeyên “Şehîd namirin” qêriyan. Cenazeyê Tokçû ku bi kerwanekî dirêj yê wesayitan anîn danîne mizgeftê.
Cenazeyê Tokçû bi teybet li ser daxwaza malbata wî sibê di saet 10.00’an de li goristana Bajirge a ku Reşît û Veysel Îşbilir lê hatine definkirin wê were defin kirin.
Serokê Odayên Sanatkar û Esnafên Geverê Îrfan Sari ji bo M. Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir yên ku bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dayîn peyama sersaxiyê weşand.
Sari ku ji bo hemû gelê Geverê sersaxî xwest di peyama xwe de wiha got: “ Bi qetil kirina endamên me di dema pêvajoya mûzakereyan ku li Tirkiyê heye bi wateye. Ev mirina ku hemû esnaf û Sanatkarên me xistine di nava şêniyekî mezin de ne gengaze ku mirinên wiha bi pejirînin. pêwiste ku bê zanîn li ser vê yekê emê heya dawî vê dozê bi şopînin.”