Cenazeyê Tosûn anîn Serêkaniya ser xetê
Cenazeyê Tosûn anîn Serêkaniya ser xetê
Cenazeyê Tosûn anîn Serêkaniya ser xetê
Cenazeyê endamê MLKP Serkan Tosûn ê di şerê li Serêkaniya bin xetê de jiyana xwe ji dest da, anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya ser xetê. Bi sedan kes bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Rojava" li ber morgê ne.
Heyeta ji bo wergirtina cenazeyê Tosûn derbasî Rojava bû, vegeriya Serêkaniya ser xetê. Heyetê cenaze li ber dirûşman anî morga Nexweşxaneya Dewletê ya li Serêkaniyê. Bi sedan kesên li hewşa nexweşxaneyê kom bûne dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG", "Serkan Tosûn dijî, komunîst şer dikin" diqîrin.
Serokê Rêxistina ESP'ê ya Amedê Ramazan Karakaya, Cîgirê Şaredara Wêranşarê Mehmet Bûrûr, Şaredarê Serêkaniya ser xetê Îsmaîl Aslan û Serkoê Rêxistina BDP'ê ya Serêkaniyê Hizlî Kiliç di nava gel de li ber morgê radiwestin.