Cenazeyê Xalê Elî anîn Goleyê

Cenazeyê Xalê Elî anîn Goleyê

Serokê Heyva Sor a Kurd Şemsettin Kara (Xalê Alî) ku li Almanyayê jiyana xwe ji dest da anîn Navçeya Goleyê ya Erdexanê.
Serokê Heyva Sor a Kurd Şemsettin Kara (Xalê Alî) 2 roj berê li Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû. Duh cenazeyê Şemsettîn Kara anîbûn Stenbolê û îro jî bi balafirê ji Stenbolê anîn Qersê. Piştî malbatê cenaze anîn Qersê, cenaze li Balafirgeha Qersê ji aliyê girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Girsê piştî cenaze li Qersê pêşwazî kir, bi karwanekî mezin hat pêşwazîkirin û birin Navçeya Golê ya Erdexanê. Girsê di karwanê de posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê siyasetmedarê kurd Şemsettin Kara vekirin. Di rê de karwan ji aliyê welatiyan ve bi coş û siloganan hat pêşwazîkirin.

Piştî cenaze anîn Goleyê birin Mizgefta Navendî ya Goleyê. Dê cenazeyê Kara li Gundê Kelpê Korê defin bikin.