Cenazeyên 13 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin

Cenazeyên 13 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin

Bi hezaran welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û bajarokê Ebû Rasên cenazeyên 13 têkoşerên YPG’ê bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyên 13 şervanên YPG’ê yên ku di operasyona başûrê rojavayê Serê Kaniyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê hezaran welatiyên bajarên Serê Kaniyê, Dirbêsiyê û bajaroka Ebû Rasên li goristana şehîd Rustem Cûdî ya li Berkevirê, bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Merasîma cenaze li pêşiya nexweşxaneya Roj a bajarê Serê Kaniyê dest pê kir û welatiyên bajarên Serê Kaniyê û Ebû Rasên li pêşiya navenda Saziya Malbatên Şehîdan civiyan.

Piştî ku cenaze gihişt bajarê Dirbêsiyê bi hezaran welatiyan bi cenazeyên şervanên YPG’ê ber bi  goristana Şehîd Rûstem a gundê Berkevirê meşiyan.

Li goristanê merasîm bi beşdariya Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Herêma Cizîrê Hekem Xelo, Wezîrê Desteya Perwerdekirin û Fêrkirinê Mihemed Salih Ebdo, Wezîrê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfa Hesen û Sekertêrê Partiya Demokratîk a kurd a Sûriyayê Cemal Şêx Baqî hat lidarxistin.

Maresîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Herêma Cizîrê Hekem Xelo, Wezîrê Desteya Perwerdekirin û Fêrkirinê Mihemed Salih Ebdo, Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM ê Henîfa Hesen û hin malbatên cangoriyan axivîn.

Di axaftinan de rola têkoşeran di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hat diyarkirin û hat destnîşankirin ku destketiyên îro li Rojava hat bidestxistin bi xwîna cangoriyan hatine bidestxistin.

Di berdewama axaftinan de hat destnîşankirin ku pêwîste her kes di şoreşa Rojava de bixebite ku heta şoreş bi ser bikeve. Di dawiya axaftinan de soza şopandina rêya cangoriyan hat dayin.

Di dawiya merasîman de cenazeyên her 13 şervanên YPG’ê li ber tilîlî û dirûşman, hatin definkirin.