Cenazeyên 2 endamên Asayîşê sipartin axê

Cenazeyên 2 endamên Asayîşê sipartin axê

Cenazeyên endamên Asayîşê Nîdal Hisên û Ferhad Murad ên ku di encama êrîşa bombeyî ya li gundê Til Merûf a Tirbespiyê de jiyana xwe jidest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.

Cenazeyên endamên Asayîşê Nîdal Hisên û Ferhad Murad ên ku di encama êrîşa wesayîta bombebarkirî ya li dijî benda kontrolê ya Asayîşê li riya ketina gundê Til Merûf a bi ser Tirbespiyê de pêk hatibû jiyana xwe jidest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Ebdulhemîd a li gundê Dugirê ya Tirbespiyê hatin definkirin.

Cenazeyê endamên Asayîşê Nîdal Hisên û Ferhad Murad ji Mizgefta Qasimo ya Qamişlo hatin wergirtin. Ji vir cenaze bi kerwanekî wesayîtan ber bi bajarê Tirbespiyê ve hate birêkirin. Di riya ketina Tirbespiyê de bi hezaran kes ji bo pêşwazîkirina kerwana cenazeyan hatibûn cem hev. Di pêşwaziya cenaze de welatiyan bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG û Asayîşê re berzdikirin. Ji Tirbespiyê jî gelek wesayît tevlî kerwanê bûn û ber bi gundê Til Merûf ve birê ketin. Gundiyên hemû gundên li ser rê derketibûn ser rê û bi diruşmeyan pêşwaziya kerwana cenazeyan ku ji sedan wesayîtan pêk dihat kirin.

Li gudnê Til Merûf jî gundî li riya ketina bajêr pêşwaziya kerwana cenazayan kirin. Gundiyan bê navber diruşmeyên ‘‘Şehîd na mirin’’ berz dikirin. Piştî nêrîna dawî ya malbatan cenazeyên endamên Asayîşê bi kerwana wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Ebdulhemîd a li gundê Dugir a Tirbespiyê ve hate oxirkirin.

Li goristanê merasîma rêzgirtinê hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Ezîz axivî û diyar kir ku bi şopandina riya cangoriyan gelê Kurd dê bigihêje azadî û jiyana bi rumet. Merasîm bi xwendina peyama hêzên Asayîşê dom kir. Di peyamê de êrîşên komên çete li dijî herêmên Rojava hate şermezarkirin û soz hate dayîn ku hêzên Asayîşê dê riya şehîdên xwe bişopînin.

Di merasîmê de li ser navê malbata endamê Asayîşê Nîdal Hisên bavê wî Mihemed Hisên axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi berxwedana şehîdan wê bi serbikeve. Hisên da zanîn wî hîs dikir ku kurê wî dê Şehîd bikeve û wiha got: ‘‘Kurê min nîştiman perwer bû, fedakar bû û xwedî wijdan bû. Min hîs dikir ku kurê min dê şehîd bikeve. Ez sersaxiyê ji we û hemû gelê Kurd re dixwazim. Ev merasîm ne ya me tenê ye, ev merasîm ji bo we hemûyane.’’ Li ser navê malbata endamê Asayîşê Ferhad Murad jî axaftin hate kirin û malbatê bang li Kurdên koçberbûne kir ku vegerin  û parastina welatê xwe bikin.

Merasîm bi axaftina Serokê Meclîsa Gel a Tirbespiyê Nûredîn Şakir axivî û bang li gelê Kurd kir ku xwedî li banga seferberiyê derkevin û piştgiriya hêzên YPG û Asayîşê bikin.