Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê spartin axê
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê spartin axê
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG’ê Siyabend Cemîl (Hogir) û Cûdî Tirbespiyê ku di 13’ê Tebaxê de li gundê Mazluma yê Tirbespiyê di şerê li dijî komên çete de jiyana xwe ji dest dabûn, li Qamişlo ji aliyê hezaran kesan ve hatin defnkirin.
Cenazeyên Siyabend Cemîl û Cudî Tirbespiyê ku anîbûn Mizgefta Qasimlo ya Qamişlo, di saetên êvarê de ji mizgeftê hatin wergirtin û bi konvoyek ji dehan wesayîtan birin Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Taxa Meyselûnê.
Piştî ku konvoy gihişt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi hezaran kes tevlî bûn de dirûşmayên, “Şehîd namirin” û yên ku berxwedana YPG’ê silav dikin hatin berzkirin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, malbatên Siyabend Cemîl û Cûdî Tirbespiyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de li ser berxwedana YPG’ê ya li hemberî komên çete hate rawestîn û pêwîstiya tevlîbûna YPG’ê hate vegotin.
Di merasîmê de her wiha li ser wesîyeta Siyabend Cemîl strana “Gerîla Me Ez Gerîla Me” hate guhdarkirin. Piştre cenazeyên şervanên YPG’ê spartin axê.