Cenazeyên 3 gêrîlayên HPG’ê hatin wergirtin

Cenazeyên 3 gêrîlayên HPG’ê hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Mehmet Zuhat Kizmaz û Selîm Ozalp yên di pevçûna li navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Faruk Dolu yê ku di pevçûna Lîceyê de jiyana xwe ji dest dan li morga Goristana Şaredariya Bajarê Mezin ya Meletiyê hatin wergirtin û ber bi warên wan ve derxistin rê.

Malbatên gêrîlayên HPG'ê Mehmet Zuhat Kizmaz (Mervan Amed) û Selîm Ozalp (Cesur Cudî) ên ku di 7'ê çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan piştî encama testa DNA'yê li hev hat hat morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û cenazeyên zarokên xwe wergirtin û ber bi warên wan ve derxistin rê. Cenazeyê Kizmaz dê li Amedê cenazayê Ozalp jî dê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bê definkirin.

Cenazeyê gêrîla Faruk Dolu (Agît Amed) ê ku di 31'ê kanuna 2012'an de li bejahiya gundê Şenlîkê yê navçeya Lîceyê ya Amedê bi 9 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ber bi Amedê ve bi rê xistin. Hate hînbûn ku cenazeyê Dolu dê li gundê Derkan ê navçeya Lîceyê ya Amedê bê definkirin.

Cenazeyê Dolu ji 31'ê çileya 2012'an heta niha li bereqeya weke morga Goristana Bajar a Meletiyê dihate girtin.

Çav lê ye ku cenazeyên 3 gêrîlayan sibê li warên wan bên definkirin.