Cenazeyên 3 karkeran hatin definkirin
Cenazeyên 3 karkeran hatin definkirin
Cenazeyên 3 karkeran hatin definkirin
Cenazeyên 3 karkerên ku duh li gundê Gironê yê Şirnexê di hezheza oxaca komirê de jiyana xwe ji dest dan, 2 jê li Şirnexê û yek jî li Amedê defin kirin.
Li nêzî Giron a girêdayî Şirnexê 2 roj berê di ocaxa komirê ya aîdî Yusuf Cengîzoglu de hezaz çêbû 3 karkerên bi navê Huseyin Dekçî, Suleyman Gökalp û Mahmut Îçkale di bin de man. Karkerên ku di bin hezhezê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê wan duh birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û piştre birin Fakulteya Tipê ya Dicleyê. Piştî raporên otopsiyê Cenazeyê Huseyin Dekçî û Suleyman Gokalp li Goristana Vakıfkentê ya Şirnexê û cenazeyê Mahmut Îçkale jî li Goristana Yenîkoyê ya Amedê definkirin.