Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê bi girseyî hatin oxir kirin
Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê bi girseyî hatin oxir kirin
Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê bi girseyî hatin oxir kirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Eylem Kobanê, Şoreş Efrîn û Ednan Tewfîq Melek ku duh di pevçûnên bajaroka Til Berek de jiyana xwe jidest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve ber bi oxira dawî ve hatin birê kirin.
Şervanên YPG'ê Eylem Kobanê, Şoreş Efrîn û Ednan Tewfîq Melek duh di pevçûnên bajaroka Til Berek ku di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de rû dane, jiyana xwe jidest dan. Cenazeyên şervanên YPG'ê anîbûn Mizgefta Qasimo. Îro bi hezaran kes ji bo wergirtina cenazeyan li ber Mizgefgta Qasimo kom bûn. Girseya gel cenaze bi diruşmeyên "Şehîd namirin, Bijî Berxwedana YPG'ê" cenaze wergirtin.Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abudluh Ocalan, wêneyên Şervanên YPG'ê vekiribûn, her wiha alên TEV-DEM, YPG û YPJ'ê hilgirtibûn cenaze bi karwanekî tirimpêlan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê kirin.
Li gorîstanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Elî Reş û li ser navê TEV-DEM'ê Hevseroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziya Mihemed axivîn û berxwedana YPG/YPJ'ê silav kir û soza şopandina riya şehîdan dan û hate gotin ku gelê Rojava dê li dijî hemû cûreyên êrîşan li ber xwe bidin.
Di merasîmê de li ser navê malbatên Şervanên YPG'ê Dayîka şevanê YPG'ê Endnan Melek axaftinek kir û soza şopandina riya Şehîdan da. Dayîka Melek, da zanîn ku şoreşa Rojava bi kes û berxwedana şehîdan dê bi serkeve.
Piştî axaftinan girseya ku bê navber diruşme diqêriyan, cenazeyên şervanên YPG'ê spartin axê.