Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê spartin axê
Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê spartin axê
Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê spartin axê
Navenda çapemeniya YPG’ê navê 3 şervanên xwe yên ku di pevçûnên dawî yên li Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dane eşker kirin. Cenazeyên şervanên YPG’ê ji aliyê sedan kesî ve hatin definkirin.
Navenda çapemeniya YPG’ê navên 3 şervanên YPG’ê yên ku di pevçûnên 20-21’ê Tebxê de li Serêkaniyê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên El-Nusra de jiyana xwe jidest dabû, bi daxuyaniyekê eşker kirin. Li gorî daxuyaniyê sicîlên şervanên YPG’ê wiha ne:
Nav û paşnav: Îbrahîm Dawê
Nasnav: Serhed Hesekê
Navê dayîkê: Hedla
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Hesekê/1993
Di sala 2012’an de li Hesekê tevlî nava refên YPG’ê bûye û di 21’ê Tebaxê de li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da.
Nav û paşnav: Ebdurehîm Hiso
Navsnav: Şervan Hesekê
Navê dayîkê: Terfa
Navê bav: Silêman
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Hesekê/1989
Di sala 2012’an de li Hesekê tevlî nava refên YPG’ê bûye û di 20’ê tebaxê de li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da.
Nav û paşnav: Elai Tewfîq
Nasnav: Elai
Navê dayîkê: Helîma
Navê bav: Tewfîq
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê/1975
Di sala 2013’an de tevlî nava refên YPG’ê bûye û di 20’ê tebaxê li Gundê Cava yê Serêkaniyê jiyana xwe jidest da.
HERSÊ CENAZE SIPARTIN AXÊ
Cenazeyên şervanên YPG’ê Îbrahîm Dawê yê Ebdurehîm Hiso, ji aliyê sedan kesî ve ji navenda tenduristiyê ya Amûdê hatin wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Dijwar a li Gundê Dawidiyê yê girdayî Hesekê. Piştî ku karwan gihîşt goristanê li vir merasîm hate lidarxistin.
Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Welîda Bûtî, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Aldar Esed û malbatên herdû şervanên YPG’ê axivîn. Di axaftinan de soza şopandina xeta berxwedanê hate dayîn.
Piştî axaftinan cenazeyên Dawê û Hiso ji aliyê giseyê ve bi diruşme û tilîliyan spartin axê.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Elai Tefîq jî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî Dirbêsiyê hate definkirin.
Ji bo merasîma cenaze, bi sedan kes li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê hatin cem hev. Welatiyên ku wêneyên Elai û alên YPG’ê hildabûn bênavber diruşum berz kirin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Îda Serêkaniyê, li ser navê malbata Elai Tewfîq birayê wî Elî Tewfîq, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xelîl Osman axivîn. Di axaftinan de bang li gelê Rojava hate kirin ku dest ji welatê xwe bernedin û xwedî li malên xwe derkevin. Di axaftina de berxwedana şervanên YPG’ê jî hate silavkirin.
Piştî axaftinan cenazeyê Elai Tewfîq bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî û li wir hate definkirin.