Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê sipartin axê

Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê sipartin axê

Cenazeyên şervanên YPG’ê Ciwan Efrîn û Mistefa Mehmûd Bozan, ciwanên welatparêz Şewket Hebeş Bekir û Yûsif Şukrî  Şêx Bekir yên ku bi YPG’ê re li gundê Îlecaxê li dijî komên çete şer dikirin jiyana xwe jidest dan, li Goristana Şehîdan a gundê Termik a Kobanê bi merasîmekê spartin axê. 

Cenazeyên şervanên YPG’ê Ciwan Efrîn, Mistefa Mehmûd Bozan û ciwanên welatparêz Şewket Hebeş Bekir û Yûsif Şukrî Şêx Bekir ku di pevçûnên rojavayê Kobanê de jiyana xwe jidest dabûn, ji aliyê sedan kesî ve hatin wergirtin û piştre bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a gundê Termik ve hatin oxirkirin. Li vir merasîma rêzgirtinê hate lidarxistin. Piştre  li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Demokata kurd li Sûriyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina riya ‘’şehîdan’’ hate dayîn. Piştî axaftinan, cenazeyên 4 şervanan bi diruşmeyan ji aliyê sedan kesî ve li Goristana Şehîdan a li Gundê Termik a Kobanê spartin axê.