Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê û endamê Asayîşê sipartin axê

Cenazeyên 4 şervanên YPG'ê û endamê Asayîşê sipartin axê

Bi hezaran Kurdistaniyên li herêmên Dêrik, Tirbespiyê û Hesekê cenazeyên 4 şervanên YPG'ê ku di pevçûnên li gundê Yûsifiyê yê Çilaxa û gundê Çêlekê yê Tirbespiyê jiyana xwe jidest dabûn û cenazeyê endamê Asayîşa Hesekê ku di êreşeke bombeyî de birîndar bibû û jiyana xwe jidest da, bi merasîman sipartin axê.

Cenazeyê  şervanên YPG’ê Çiya Herekol, Ebas û Egîd Ezîzku di pevçûnên li gundê Yûsifiyê yê Çilaxa de jiyana xwe jidest dabûn, ji nexweşxaneya Dêrikê hatin wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve hatin birêkirin, li goristanê merasîma rêzgirtinê hate lidarxistin. Piştre endamê Komîteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TE-DEM) Hisên Şawîş axivî û şehîdên şoreşê bi bîranîn û diyar kir ku gelê Kurd bi berxwedana xwe dikare êrîşên komên çeteyan têk bibe.

Di merasîmê de peyama Saziya Malbatên Şehîdan û belgenameyên şehîdan jî hatin xwendin.

Li bajarê Tirbespiyê jî cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Xezna ku di pevçûnên gundê Çêlekê yê Tirbespiyê de jiyana xwe jidest dabû, ji Mizgefta Qasimo ya bajarê Qamişlo hate wergirtin û bikerwanekî wesayîtanber bi gundê Xezna ve hate birêkirin, ji wir jî cenaze bi karwanekî ber bi Goristana Şehdî Ebdulhemîd a li gundê Dugir ê Tirbespiyê ve hate birêkirin.  Li goristanê merasîma rêzgirtinê hate lidar xistin. Piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Ezîz, Serokê Meclisa Gel a Tirbespiyê Nûredîn Şakir, Bavê Şehîd Şoreş, Inad Xelef û Xwîşka Şoreş ku bi xwe jî endama YPJ'ê ye axifîn û şehîdên şoreşê bi bîranîn.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Xezna bi sloganan li Goristana Şehîd Ebdulhemîd hate definkirin.

Cenazeyê endamê Asayîşê Malik Mihemed Salih jî ku roja 31'ê tîrmehê di encama êrîşeke bombeyî de li taxa Miftî ya bajarê Hesekê de birîdar bû û beriya du rojan diyana xwe jidest da, ji Mizgefta Qasimo a bajarê Qamişlo hate wergirtin û ber bi Goristan Şehîd  Dijwar a gundê Dawudiyê ve hate birêkirin. Li goristanê merasîma rêzgirtinê hate lidarxistin û piştre Hevserokê Meclisa Gel a Rojava û endamê Desteya Bilind a Kurd Ebdul Selam Ehmed axivî. Ehmed,  bal kişan ser êrîşên komên çekdar ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistannê û berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) silav kir. Piştre bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Asayîşê Malik Mihemed Salih li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê sipartin axê.