Cenazeyên 5 şervanên YPG'ê spartin axê
Cenazeyên 5 şervanên YPG'ê spartin axê
Cenazeyên 5 şervanên YPG'ê spartin axê
Cenazeyê 5 şervanên YPG’ê ku roja 25`ê Îlonê di pevçûnên li Cindêrisa Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Seydo spartin axê.
Ji bo wergirtina cenazeyan bi hezaran welatî duh êvarê li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê kom bûn û cenazeyên şervanên YPG'ê Endan Efrîn, Eşref Murad, Xidir Şêxmûs, Feydrûz Xalid û Oso Ismayil wergirtin. Girseya gel cenazeyên 5 şervanan piştre bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehdî Seydo ya navçeya Cindêrisa Efrînê .
Li goristana şehîdan merasîm hate lidarxistin û li ser navê Yekîneyên Pasastina Gel (YPG), Saziya Malbatên Şehîdan û Partiya Yekîtî a Demokrat a Kurdli Sûriyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de "Şehîdên şoreşê" hatin bibîr -anîn û bal hat kişandin ser berxwedana şervanên YPG'ê ya li dijî êrîşên komên çete.
Piştî axaftinan cenazeyên şervanên bi diruşme û tilîliyan spartin axê.