Cenazeyên 6 berxwedêrên Rojava spartin axê
Cenazeyên 6 berxwedêrên Rojava spartin axê
Cenazeyên 6 berxwedêrên Rojava spartin axê
Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê û 3 endamên Asayîşê ku di 26’ê û 28’ê tabaxê de jiyana xwe ji dest da bûn li Dêrik, Dirbêsiyê, Til Temir û Kobanê ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.
Li Dêrikê cenazeyên 3 endamên Meclîsa gund a Xana Serê Yasir Casim, Rakan Edhem û Şêxmûs Umer ku piştî seferberiyê tevlî hêzên Asayîşê bibûn û di encama teqîna li gundê Girzîro ya Girkê Legê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin. Merasîm duh di saetên ber êvarê de li ber Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê destpê kir. Piştî wergirtina cenazeyan, girseyê bi karwanekî wesayîtan cenaze ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve birêkirin.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Saziya Malbatên Şehîdan, malbata her 3 endamên Asayîşê axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê hate dayîn. Piştî axaftinan girseyê cenaze bi diruşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ û tilîliyan spartin axê.
Li Dirbêsiyê jî cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Murad Xelo ku di 18’ê tebaxê de, di pevçûnên li Serêkaniyê de birîndar bibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest da, ji navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hate wergirtin. Li ber navendê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, PYD, Partiya Çep a Kurd û malbata şervanê YPG’ê Murad Xelo axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bang li gelê kurd hate kirin ku parastina herêmên xwe bikin û li dijî êrîşên çeteyan piştgiriya hêzên YPG’ê bikin.
Piştî axaftinan cenaze bi kerwanekî wesayîtan birin goristana Şehîd Rustem Cûdî li Gundê Berkevir ê û bi diruşme û tilîliyan spartin axê.
Li Til Temir jî cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Hesen El-Hesen ê bi eslê xwe Ereb di pevçûnên dawî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Hesen ji aliyê bi sedan kesî ve li goristana gundê Til El-Werid hate definkirin.
Li Kobanê jî cenazeyê şervanê YPG’ê Baz Kobanê ku di 26’ê Tebaxê de di encama çalakiya YPG’ê ya li dijî El-Nusra li gundê Mehmûdiyê pêk hat de jiyana xwe jidest da, ji aliyê sedan kesî ve ji Saziya Malbatên Şehîdan a li Kobanê hate wergirtin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Baz Kobanê bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Gundê Termik ve hate oxirkirin. Li goristanê merasîm hate li darxistin û di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto, li ser navê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Kîlo Îsa, li ser navê YPG’ê Ocalan Îso, li ser navê PYD’ê Cîhan Mihemed û li ser navê Meclîsa Gel a Kobanê Ehmed Şêxo axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ser berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî komên çekdar û soza berdewama rêya şehîdan hate dayîn.
Piştî axaftinan girseyê cenaze bi diruşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ spart axê.