Cenazeyên 6 şervanên YPG’ê spartin axê

Cenazeyên 6 şervanên YPG’ê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG’ê Cûdî Doxan, Serhed Zagros, Goran Dêrik, Demhat Efrîn û Mahir Tolhildan ji aliyê sedan kesî ve li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin definkirin.

Bi sedan kes li ber Nexweşxaneya Dêrikê hatin cem hev. Girseya qelebalix di pêşwaziya cenazeyan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervan û alên YPG’ê û alên TEV-DEM vekir. Girseya qelebalix ji vir cenazeyên şervanên YPG’ê Cûdî Doxan, Serhed Zagros, Goran Dêrik, Demhat Efrîn û Mahir Tolhildan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê kir.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên YPG’ê ya li dijî komên çete û soza bilindkirina asta tekoşînê da. Mihemed, da zanîn ku aliyên ku bi Koalîsyona hêzên Muxalefetê re îmze kirine nûnertiya gelê kurd nakirin û helwesta wan rexne kir.  Mihemed, destnîşan kir gelê kurd dê biserkeve û dê Desteya Bilind di kongreya Cenevreyê de nûnertiya kurdan bike.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî axaftinek hate kirin û soza şopandina rêya berxwedêrên têkoşînê hate dayîn.

Piştî axaftinan girseyê cenazeyên şervanên YPG’ê Cûdî Doxan, Serhed Zagros, Goran Dêrik, Demhat Efrîn û Mahir Tolhildan bi diruşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ û tilîliyan spartin axê.