Cenazeyên 7 koçberên ji Sûriyeyê piştî 5 rojan hat dîtin
Cenazeyên 7 koçberên ji Sûriyeyê piştî 5 rojan hat dîtin
Cenazeyên 7 koçberên ji Sûriyeyê piştî 5 rojan hat dîtin
Malbata Osman a ji 7 kesan pêk dihat ji ber şerê Sûriyeyê ji Helebê reviyabûn û hatibûn li Êlihê bi cih bibûn. Malbata Osman dema ji bo gerê ji mal derketin maşîneya wan ket Robarê Elihê û piştî 5 rojan cenazeyê her pênc jê jin 7 kesan hat dîtin.
Li gorî agahiya ku hat wergirtin, malbata Osman a ji ber şerê li Sûriyeyê ji Helebê hat û Taxa Kultur a Êlihê bi cih bû, ji bo gerê bi maşîneya ku plakaya wê “814993” ye beriya niha bi 5 rojan ji malê derketin.
Ji ber piştî demekê ku agahî ji wan nehat girtin, ferdên din ên malbatê serî li rayedaran dan, lê belê tu encam nehat girtin. Hat ragihandin ku îro maşîne di Robarê Elihê de bi tesadûfî ji aliyê hemwelatiyekî ve hatiye dîtin.
Piştî agahî hat ragihandin ekîbên îtfaiyeyê ku hatin cihê bûyerê, Parlamentera BDP’ê ya Elihê Ayla Akat Ata jî hat cihê bûyerê û ji rayedaran agahî wergirt.
Cenaze ji bo otopsiyê birin Qereqola Biçakçi.