Cenazeyên du kesên li Geverê hatin qetilkirin, hatin wergirtin

Cenazeyên du kesên li Geverê hatin qetilkirin, hatin wergirtin

Cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ji Nexweşxaneya Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hatin wegirtin. Cenaze dê bi merasîmeke bi beşdariya Hevseokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ber bi Geverê ve werin şandin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, li dû çalakiya protestokirina xerakirian goristanên gerîlayên HPG'ê, tîmên taybet ên polîsên Tirk li navenda navçeyê gule li gel reşandin û di encamê de Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr qetil kirin. Cenazeyên Mehmet Reşît û Veysel ku ap û birazê hev in, duh bi şev rakirin Nexweşxaneya Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê. Piştî otopsiya li vir, cenaze serê sibê hatin wergirtin.

Cenaze rakirin Mizgefta Hala Zebze ya li kêla Halê. Li dû merasîmeke bi beşdariya Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, cenaze dê bişînin Geverê.