Cenazeyên fermandarê YPG’ê Çekjîn û Hawar spartin axê

Cenazeyên fermandarê YPG’ê Çekjîn û Hawar spartin axê

 Cenazeyê Endamê Meclîsa Leşkerî yê YPG’ê Zehredîn Elî (Çekjîn Efrîn) û şervanê YPG’ê Keder Ehmed (Hawar Efrîn) ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

 Bi hezaran kes ji hemû pêkhateyên herêma Dêrikê ji bo wergirtina cenazeyê endamê Meclîsa Leşkerî yê YPG’ê Çekjîn Efrîn û şervanê YPG’ê Hawar Efrîn ên ku di pevçûnên li gundê Sefa yê Çilaxa jiyana xwe jidest dabûn, saet di 15.00’an de li ber nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. Piştî wergirtina cenaze ji nexweşxaneyê, cenaze bi kerwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve hate oxirkirin.

 Girseya qelebalix ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG’ê re berz dikirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên fermandarê YPG’ê Çekjîn Efrîn û şervanê YPG’ê Hawar Efrîn û alên YPG’ê û TEV-DEM’ê vekiribûn. Piştî kerwana wesayîtan gihişte goristanê li vir merasîm hate lidarxistin.

 Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li axaftina Fermandarê YPG’ê Çekjîn Efrîn ku di merasîma şervanekî YPG’ê kiribû hate guhdarkirin. Çekjîn Efrîn di axaftina xwe ya wê demê de diyar kiribû ku rihê berxwedanê ya şervanên YPG’ê dê serkeftinê li dijî komên çete bidestbixe.

 Di berdewama merasîmê de Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên axivî û berxwedana şervanên YPG/YPJ ’ê silav kir. Hisên bang li kesên ku ji Rojava koçber bûne kir ku di van rewşan de vegerin welatê xwe û bi rumet li kêleka YPG’ê bin û parastina herêmên xwe bikin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî axaftin hate kirin û soz hate dayîn ku dê gelê kurd riya parastina xwe bidomîne.

 Piştî axaftinan, sicîlên pakrewanan radestî malbatan hate kirin û piştre cenaze ji aliyê girseyê ve bi diruşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ û tilîliyan spartin axê.