Cenazeyên gêrîla Aykaç û Baran hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîla Aykaç û Baran hatin wergirtin

Malbatên 2 gêrîlayên HPG'ê Fatma Aykaç û Metîn Baran ku duh çûbûn Meletiyê piştî serî li dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan, cenazeyên gêrîla Aykaç û Baran wergirtin û ber bi Mîdyat û Sêrtê ve bi rê ketin.

Malbatên 2 gêrîlayê HPG'ê Fatma Aykaç û Metîn Baran ku di 7'ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn, duh çûn Meletiyê û serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Malbatan piştî serî li dozgeriyê dan, cenazeyên gêrîla Fatma Aykaç (Sorxwîn Koçer) û Metîn Baran (Harûn Agir) wergirtin. Malbata gêrîla Aykaç dê cenazeyê keça xwe li Sêrtê û malbata gêrîla Metîn Baran jî dê cenazeyê kurê xwe li li Midyatê defin bikin.