Cenazeyên gerîlayên ARGK’ê ji baxçeyê qereqolê hatin derxistin
Cenazeyên gerîlayên ARGK’ê ji baxçeyê qereqolê hatin derxistin
Cenazeyên gerîlayên ARGK’ê ji baxçeyê qereqolê hatin derxistin
Cenazeyên gerîlayên ARGK’ê Lezgîn Yigît (Musa) û Emîn Demîr (Korkmaz) ên di sala 1990’î de piştî di şerekî li gundê Arûş ê girêdayî Qilabana Şirnexê jiyana xwe ji dest dan û li baxçeyê Qereqola Arûş hatin definkirin, li ser serlêdana malbatên wan bi biryara Dozgeriya Komarê ya Qilaban li baxçeyê qereqolê hatin dîtin. Di cenazeyên hatin derxistin de hat dîtin ku dest û lingê wan girêdayî ne û ben di qirika wan de ye.
Cenazeyên gerîlayên ARGK’ê Lezgîn Yîgît (Musa) û Emîn Demîr (Korkmaz) li gundê Arûş ê girêdayî Qilabana Şirnexê di 17’ê Tîrmeha 1990’î de di şerekî de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê leşker û cerdevanan ve piştî ji herêma şer hatin wergirtin, li baxçeyê qereqola Arûş hatin veşartin. Piştî bi salan malbat û endamên MEYA-DER berî niha bi 6 mehan serî li Dozgeriya Komarê ya Qilabanê dan û xwestin li qereqolê kolandin pêk bê.
Piştî serlêdan ji aliyê Dozgeriyê ve hat erêkirin li baxçeyê qereqola ku hatiye valakirin kolandinê destpê kir. Di dema kolandinê de malbat jî amade bûn.
Di kolandinan de cenazeyên Yîgît û Demîr ên li ber dîwarê baxçe hatibûn veşartin hatin dîtin. Hat dîtin ku her du cenaze ji paşve destê wan hatine girêdan û veşartine.
Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe girtin, anîn nexweşxaneya Dewletê ya Qilaban. Piştî kar û barên dozgeriyê yên li vir malbatan cenaze ji bo otopsiyê birin Tipa Edlî ya Amedê.
Li ser rê her gundên ku cenaze têre derbas bûn gel li ser rêyan bi nîşaneya serkeftinê û dirûşmayên “Şehîd namirin” cenaze silav kirin.