Cenazeyên qurbaniyên teqîna Efrînê spartin axê

Cenazeyên qurbaniyên teqîna Efrînê spartin axê

Cenazeyên Arîfe Elî ya 50 salî, zarokên wê Muhamed Egîd, Yasemîn Egîd a 16 û Huda Egîd a 13 salî ku di teqîna 22’ê Tîrmehê ya li Efrînê de jiyan xwe jidest dabûn, ji aliyê sedan kesî ve li goristana gundê Habo ya Navçeya Mabata ya Efrîn hatin definkirin.

Merasîm li pêşiya avahiya malbata Arîfe Elî ya li gundê Habo bi beşdariya sedan kesî ku nûnerên sazî û rêxistinên siyasî jî di nav de bûn, hate lidarxistin.

Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de Serokê Meclîsa Gel a Mabata Silêman Arif û Endamê Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyê Abdîn Ebkir axivîn.

Di axaftinan de êrîşa li dijî sivîlan hate şermezarkirin û hate gotin ku êrîş bi awayekî plankirî bi armanca valakirina herêmê pêk hatiye.

Piştî axaftinan cenaze birin goristana gund û  û bi diruşmeyan spartin axê.