Cenazeyên şervanên YPG'ê dê li Efrînê bispêrin axê
Cenazeyên şervanên YPG'ê dê li Efrînê bispêrin axê
Cenazeyên şervanên YPG'ê dê li Efrînê bispêrin axê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Munzur Yusif (Çîlo) ê 34 salî û Welat Îsa (Şoreş) ê 24 salî ku li Taxa Eşrefiyê di pevçûnên bi hêzên rejîmê re de jiyana xwe ji dest dabûn, dê li Efrînê bispêrin axê.
Cenazeyên şervanê Welat Îsa (Şoreş) ku di pevçûna duh a li Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dabû, dê saet 07.00'an de ji Taxa Şêxmeqsud ber bi Efrînê ve derxin rê. Piştî ku cenaze gihîşt Efrînê, wê cenazeyê şervanê YPG'ê Munzur Yusif ku di pevçûna roja înê de jiyana xwe ji dest dabû anîbûn Nexweşxaneya Aferîn a Efrînê, ji nexweşxaneyê bê girtin û herdu li Goristana Şehîdan bispêrin axê.
Şervanê YPG'ê Welat Îsa yê bi nasnav Şoreş (24) ji gundê Derwêşa yê girêdayî Navçeya Şerran a bajarê Efrînê ye. Şervanê YPG'ê Munzur Yusif ê bi nasnav Çîlo (24) jî ji gundê Mosika yê girêdayî Navçeya Raco ya Efrînê ye û 4 zarokên wî hene.
Nûçeya Peywendîdar: