Cenazeyên şervanên YPG’ê Mihsin û Yasir sipartin axê

Cenazeyên şervanên YPG’ê Mihsin û Yasir sipartin axê

Cenazeyên şervanên YPG’ê Mihsin Hisên û Yasir Remezan ên ku duh di pevçûnên li herêma Tirbespiyê yên di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Cenazeyên Şervanên YPG’ê Mihsin Hisên û Yasir Remezan ku duh anî bûn Mizgefta Taxa Entiriyê ya Qamişlo, ji aliyê hezaran welatiyên ji Qamişlo û Tirbespiyê ve hatin wergirtin. Herdu cenaze piştre bi diruşmeyan ber bi Goristana Şehîd Delîl Serûxan ve derxistin rê.

Piştî ku girse gihîşt goristanê, merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, Hevseroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziya Mihemed axivî û pêngava 15’ê Tebaxê bibîr anî. Mihemed diyar kir ku herêmên Rojava rastî êrîşên tund tên û got: ‘‘Hêzên YPG’ê bersiva êrîşan dide û di encamê de gelek kuştî û birîndarên  komên  çekdar çêdibin. Vî gelî heta niha gelek berdêl dane , lewre dê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêze.’’

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û malbatên şervanên YPG’ê Mihsin Hisên û Yasir Remezan jî axaftin hatin kirin û soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn.

Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê Mihsin Hisên û Yasir Remezan bi diruşme û tilîliyan hatin veşartin.

Nasnameyên Şervanên YPG’ê wiha ne:

Mihsin Hisên
Navê dayikê: Rebîa 
Navê bav: Hebîb
 Cihê jidayikbûnê û dîrok: Girkê Zêra ya Tirbespiyê /1991

Yasir Remezan
 Navê dayikê: Fikriya
 Navê bav: Xelîl Silêman
 Cihê jidayikbûnê û dîrok: Qudûrbek /Qamişlo- 1988