Cenazeyên şervanên YPG'ê Rêdûr û Egîd spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Rêdûr û Egîd spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Rêdûr û Egîd spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Egîd Botan û Rêdûr Karker ku di pevçûnên li herêma Girkê Legê û Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi sedan kesî ve li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên Sabir Xelef yê bi nasnav Egîd Botan û Dilşêr Dîmo yê bi nasnav Rêdûr Karker duh êvarê ji nexweşxaneya Dêrikê ji aliyê girseyek qelebalix ve hatin wergirtin. Welatiyên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên herdu şervanên YPG'ê vekirin, bênavber dirûşmên ku dilsoziya bi YPG'ê re tînin ziman berz kirin.
Cenazeyên ji nexweşxaneyê hatin girtin, bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Piştî cenaze anîn goristanê, li vir merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemd axivî û balkişand ser berxwedana ku YPG ê li dijî êrîşên komên çete nîşan daye.
Sînem Mehemed, li ser polîtîkayên koçberkirina ji herêmê jî axivî û bang li welatiyên Rojava kir ku dest ji malên xwe bernedin û xwedî li şoreşê derkevin. Sînem Mehemed her wiha bang li kesên koçber kir ku vegerin malên xwe û di avakirina welatê xwe de cih bigirin.
Di merasîmê de li ser navê malbatên şervanên YPG ê Rêdûr û Egîd jî axaftin hatinkirin û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê hate dayîn.
Piştî axaftinan cenaze bi diruşme û tilîliyan hatin definkirin.